Ajansa dewletê yê Sûrîyê, SANA ragihand ku Îsraîlê êrîşê esmanî biriye ser Şamê û Artêşa Sûrîyê bi pergala berevanîya esmên du muşek xistine xwarê.
Li gor nûçeya SANA’yê êrîş li Kişweh ya li başûrê Şamê li dar ket.
Nûçeya êrîşê, bi qasî demjimêrek piştî ku Serok Donald ragihand ku Amerîka dê ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişe, belav bû.
Karbidestekî koma girêdayî Îranê dîyar kir ku êrîşa esmanî dijî enîyeke Artêşa Sûrîyê li dar ketîye û tenê zarar madî çêbûye.
Îsraîlê ser nûçeyên êrîşê hîn ti daxuyanî nedaye.