Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrîyê: Di Êrîşên Îsraîlê de 3 Leşker Birîndar Bûn


Artêşa Sûrîyê ragihand ku Îsraîlê bi ser depoya çekan ya li Şamê ya paytaxt êrîşên esmanî li dar xistine.

Karbidestekî artêşê ji medya fermî ya Sûrîyê re dîyar kir ku di êrîşê de 3 leşker birîndar bûne û piranîya muşekan hatine pûç kirin.

Îsraîlê ser êrîşên esmanî ti agahî neda, lê dîyar kir ku piştî muşekeke ji Sûrîyê hatiye firandin, wan pergala berevanîya esmanî xebitandîye.

Hêjayî bîrxistinê ye, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî biryara Serokê Amerîka Donald Trump ya ser vekişandina leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê, gotibû ku ewê li Sûrîyê têkoşîna xwe ya dijî Îranê bidomînin.

XS
SM
MD
LG