Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Înê ji zarê medya dewletê ya Sûrîyê ragihand ku di êrîşeke muşekî ya Îsraîlê de 3 leşkerên Sûrî hatine kuştin û 7 leşkerên din jî birîndar bûne.
Reutersê dîyar kir ku êrîş li nêzî Şam ya paytexta Sûrîyê li dar ketiye.
Artêşa Îsraîlê ser nûçeyên di medya navneteweyî de ti şîrove nekir.
Îsraîl ji şerê navxweyî ya Sûrîyê vir ve, ku di sala 2011’an de destpê kiribû, dijî navendên li Sûrîyê yên ew dibêje yên Îranê ne yan girêdayî Îranê ne êrîşan li dar dixe.
Medya dewletê ya Sûrîyê dîyar kir ku Îsraîlê bi muşekên ji Girên Golanê hatine firandin êrîş li dar xistiye.
Li gor nûçeya medya dewletê, sîstema berevanîyê ya esmên ya Sûrîyê hin muşekên Îsraîlê xistine xwarê.
Hikûmeta Surîyê herî dawî di 2’yê Tîrmehê de êrîşeke Îsraîlê ragihandibû ku di wê de êrîş li hêla Tartusê li dar ketibû û 2 sîvîl birîndar bûbûn.