Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrîyê û Hizbullah li Lubnanê Êrîşî Komên Cîhadî Dikin


Artêşa Sûrîyê û Hizbullah, li bajarê Arsal ya li sînorê Lubnan û Sûrîyê, û li herêma Kalamunê, dijî komên cîhadî dest bi operasyonê kir.

Kanala Hizbullahê, Al Manar û hesabên sosyal medya yên nêzîkî rêxistinê dîyar kir ku "armanca operasyonê qedandina çekdarên terorîst yên li Arsal û Kalamunê ne"

Ajans radigihînin ku Artêşa Sûrîyê ji navçeya Flîta û mîlîtanên Hiizbullahê jî ji başûrê Arsalê pêşde diçin.

Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî roja Sêşemê gotibû ku Artêşa Lubnanê ewê li Arsalê operasyonê li dar xîne û hikûmetê jî destûr daye artêşê.

Hîn nayê zanîn ku leşkerên Lubnanî tevlî operasyonê bûne yan nebûne.

Reuters'ê ji zarê jêderên ewlekarîyê ragihand ku Artêşa Lubnanê êrîşî çekdarên ku piştî operasyonê direvin, dike.

Arsal li alîyê Lubnanê ye û yek ji navendên komên cîhadî ye. Li Arsal û derdora wê bi hezaran penaberên Sûrî dimînin.

Kalamun jî li alîyê Sûrîyê ye. Her çiqas piranîya wê herêmê di destê Artêşa Sûrîyê de ye jî, li wir komên cîhadî jî aktîf in ku yek ji wan Cephetul Nusra ye.

XS
SM
MD
LG