Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrîyê Hêzên Nû Şandin Minbicê


Artêşa Sûrîyê, ser banga Yekîneyên Parastina Gel (YPG) piştî 6 salan ket Minbicê.

Artêşê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku wan navendên girîng yên Minbicê xistine bin kontrola xwe.

‘’Sûrî divê hêzên xwe bidin ser hev û berevanîya hikûmranîya neteweyî bikin. Me rê daye ber xwe ku em hemî hêzên dagirker têk bibin’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

YPG’ê dîyar kiribû ku wan hêzên xwe ji Minbicê vekişandine û bang li hikûmeta Sûrîyê kiribû ku ‘’dijî gefên Tirkîyê’’ bikeve wê herêmê.

Serokê Amerîka Donald Trump di 19’ê Berfanbarê de dîyar kiribû ku ewê leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê vekişînin.

Piştî biryara Trump, karbidestên Kurdan yên li Sûrîyê bi rêvebirên Sûrîyê û Rûsya re hin hevdîtin kiribûn.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova roja Çarşemê gotibû ku piştî vekişîna hêzên Amerîkî divê herêmên wan bikevin destê hêzên hikûmeta Sûrîyê.

XS
SM
MD
LG