Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heft Dewlet bo Sûrîyê Banga Çareserîya Sîyasî Dikin


Heft dewletan piştî civîna Koalîsyona Cîhanî ya Têkoşîna Dijî DAIŞ’ê ser kêşeya Sûrîya daxuyanîyeke hevbeş belav kirin.

Wezîrên derve yên Amerîka, Brîtanya, Erebistana Saudî, Urdun, Almanya, Fransa, Misir dîyar kirin ku ew piştgirîyê didin Neteweyên Yekbûyî (NY) ku bo Sûrîyê çareserîyeke sîyasî bibîne.

Wezîran da zanîn ku ji xêncî çareserîya sîyasî pê ve li Sûrîyê ti rê tune ne û gotin ku bo bidawîbûna pevçûnên li wî welatî dîplomasî û îradeya sîyasî ya navneteweyî hewce ye.

Wan da zanîn ku rêkên leşkerî tenê bêîstiqrarîya li herêmê gurtir dike û dîyar kirin ku ew piştgirîyê didin NY’ê û Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê NY’ê.

XS
SM
MD
LG