Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Ser Girjîya Sûrîye û Tirkîyê Banga Dîyalogê Dike


Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf ser girjîya di navbera Sûrîye û Tirkîyê de banga dîyalogê kir.

Zarîf ji Twitterê da zanîn ku ew dikarin bo Sûriye û Tirkîyê navbeykarîyê bikin.

‘’Gurbûna girjîyê bi tenê xizmeta berjewendîyên terorîstan û alîgirên wan dike.’’ Zarîf nivîsî.

Wî da zanîn ku divê dewlet ji serwerîya hevdu re rêzê bigirin û xwîn nerije.

Di nav hefteyekê de, hêzên Sûrîye û Tirkîyê du caran şer kirin.

Jêderên Tirkîyê radigihînin ku di şerê dawî de 5 leşkerên Tirk hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG