Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 271 Karmendên Sazîyeke Sûrî jiber Çêkirina Çekên Kîmyayî Xist Lîsteya Reş


Sîvîlên ku piştî êrîşa Xan Şêxûnê bi maskên oksîjenê nefesê didin distînin û dermên dixwin
Sîvîlên ku piştî êrîşa Xan Şêxûnê bi maskên oksîjenê nefesê didin distînin û dermên dixwin

Reuters’ê ragihand ku Amerîka, 271 karmendên sazîyeke hikûmeta Sûrîyê, jiber çêkirina çekên kîmyayî xistîye lîsteya reş.

Wezareta Xezîne ya Amerîka da zanîn ku Navenda Lêkolînên Zanistî yên Sûrîyê çêkên kîmyayî pêşve dibe ku xebatkarên wê ketine lîsteya toleyan.

Di 4’ê Nîsanê de di êrîşeke ser Xan Şêxûn ya Îdlibê de 20 ji wan zaro 90 kes hatibûn kuştin û Amerîka hikûmeta Sûrîyê bi karanîna çekên kîmyayî tawanbar kiribû.

Wezareta Xezîne dîyar kir ku kesên di lîsteya reş de ji 5 sal pirtir di bernamayên çekên kîmyayî yên Sûrîyê de xebitîne.

Li gor toleyan, hemî hebûnên kesên di lîsteya reş de tên cemidandin û kompanîyên Amerîka nikarin bi wan re peywendîyeke bazirganî çêkin.

Wezaret dide zanîn ku kesên di lîsteyê de ‘’xwende û zana’’ ne û ku li bankayên Amerîka hesabên wan tune bin jî dikarin derkevin li derveyî Sûrîyê fonan vekin.

Hikûmeta Sûrîyê dibêje ku Navenda Lêkolînên Zanistî tenê ser teknolojîyên sîvîl dixebite, lê Amerîka dîyar dike ku ew der bûye navenda pêşxistina çekên kîmyayî û bîyolojîk.

Hêjayî bîrxistinê ye, di sala 2005’an de cara yekê, serokê wê demê George W Bush, Navenda Lêkolînên Zanistî xistibû lîsteya toleyan.

XS
SM
MD
LG