Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Nû yê Sûrîyê Wê Kî Be?

Kanala Al Jazeera ragihand ku seroktîya rêvebirîya demkî ya Şamê wê Mihemed El Beşîr bike.

Beşîr berî operasyona beza ya serhildayan, ku 12 rojan ajot, rêvebirîya herêmeke biçûk ya di destê serhildayan de dikir.

Jêderekî nêzî serhildayên Îdlibê piştrast kir ku Beşîr jibo rêvebirîya Şamê wek berbijar hatiye nîşan dan, lê hîn ti daxuyanîya fermî nehatiye dayîn.

Ser Beşîr zêde agahî tuneye. Hikûmeta Rizgarîyê ji Facebookê bi kinî dibêje ku Beşîr sala 1983’yan li Îdlibê hatiye dinê.

Beşîr berê di Hikûmeta Rizgarîyê de berpirsê perwerdeya şerîatê bûye û jibo karên mirovahî jî di asta payabilind de kar kiriye.

Agahî nîşan didin ku Beşîr sala 2007’an ji Endezyarîya Elektrîkê ya Zanîngeha Helebê derçûye.

Wî piştre jî sala 2021’an dîplomaya Şerîat û Hiqûq ya Zanîngeha Îdlibê sitandiye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG