Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

RIA: Têkiliyên Leşkerî Yên Rûsya û Îranê Dê Bi Fişarên Jeopolîtîk Têk Neçin


Alîkarê wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov got ku hevkariya leşkerî ya Rûsya bi Îranê re dê nekeve ber fişarên jeopolîtîk, piştî nûçeyên ku dibêjin Washington ji Tehranê xwestiye ku firotina dronan bo Moskoyê rawestîne.

Li gorî raporta roja Şemiyê ya ajansa nûçeyan a Rûsî RIA`yê, Ryabkov got: "Tu guhertin çênebûne û hevkarî bi Îranê re dê bidome." "Em dewletên serbixwe ne û serî li ber fermanên Amerîka û alîgirên wê danaynin."

Amerîka fişarê li Îranê dike ku firotina dronên şer rawestîne, ku Rûsya di şerê li Ukraynayê de bikar tîne, li gor Financial Times ku di destpêka vê mehê de ji ser zarê karbidestekî Îranî û kesekî din ku li dor danûstandinan agahdar e, ragihand.

Rûsya sala borî dest bi bikaranîna dronên Îranî yên Shahed kiribû bo êrîşkirina kûrahiya Ukraynayê.

Îran lê mukur hat ku dron ji Rûsyayê re şandine lê gotibû ew berî êrîşa Rûsyayê ya Sibata 2022an li Ukraynayê hatibûn şandin. Moskow red kir ku hêzên wê dronên Îranê li Ukraynayê bikar anîne.

Rayedarekî Koşka Spî di Hezîranê de gotibû ku Îranê ji Tebaxa 2022’an û ve bi sedan dron şandine Rûsyayê.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG