Di êrîşeke çekdarî ya kempeyna berbijarekî partîya desthilatdar AKPê de 3 kes li Sirucê ya istana Ruha hatine kuştin.
Di êrîşa çekdarî de, ku dema parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz serdana firoşgehan dikir, 8 kesên din jî birîndar bûn.
Yildiz ji êrîşê bi saxî filitî, lê heta niha nasnameya qurbanîyan zelal nebûye.