Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriya: Wezîrê Cengê yê DAIŞ'ê Hat Kuştin


Fermandarên DAIŞ'ê
Fermandarên DAIŞ'ê

Ajansa Reuters li gûr çavkaniyên leşkerê Sûrî ragihand ku, roja Çarşemê leşkerî Sûrî hejmarek berpirsên bilind yên dewleta Îslamê DAIŞ'ê kuştine, di nav de "wezîrê cengê" jî heye.

Leşkerê Sûrî dide zanîn ku, ew berpirsên di asta bilind de yên çekdarên DAIŞ'ê di êrîşekê de, li rojhilatê Heleb'ê ya dikeve bakurê Sûriyê hatine kuştin.

Televizyona dewleta Sûrî di nûçeke lezgîn de, ragihand ku, Abû Masaab al Misrî wezîrê cengê yê DAIŞ'ê hatiye kuştin, lê neda zanîn kanê kengî û li kîderê hatiye kuştin.

Çavkaniya leşkerê Sûrî dîsan dibêje, Al Misrî tevî 11 fermandarên DAIŞ'ê, li rojhilatê Heleb'ê hatine kuştin, piraniya wan kuştiyan ji Erebistanê Saûdî û Îraqê ne.

Ji hejî bîrxistinê ye ku, sala borî kesek bi navê Abû Omer al Şîşanî li Sûriyê hat bû kuştin, Pentagonê ragihan bû ku ya herî rast ewe, Şîşanî di êrîşeke esmanî ya hêzên Amerîkî de li Sûriyê hatiye kuştin, lê meha Temûzê ya sala par DAIŞ'ê kuştina Şîşanî ragihand bû, dabû zanîn ku, ew di şerekî de, li bajarê Şirgat li başûrê bajarê Mûsil hatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG