Hikûmeta Swêdî îro Pêncşemê biryar da ku zilamekî radestî Tirkîyê bike ku Enqere jiber tawanên girêdayî sextekarîyê wî kesî dixwaze.
Ev cara yekê ye ku hikûmeta Swêdî qayil dibe ku kesek ji lîsta Tirkîyê teslîmî wî welatî bike ku wê yekê wek şerta rakirina vetoya dijî endamtîya Swedê ya di NATO de anîbû pêş.
Televîzyona Swêdî, SVT ragihand ku zilamê ku dora 30 salî ye, jiber tawanên girêdayî sextekar û şelandina bankayekê heta 14 sal cezayê zindanê xwariye.
SVT bi berdewamî got ku zilam ji sala borî vir ve li Swêdê girtî ye. “Ez Kurd im û min ola xwe guhert û bûm Krîstîyan û ez min red kirk u herim leşkerîyê,” wî kesî ji SVT re gotiye.
Wezîrê Dadê yê Swêdî Morgan Johansson ji Reutersê re got ku radestkirina kesê ji hêla Tirkîyê ve xwestî, mijareke rûtîn e.
“Kesê ku hatiye xwestin hemwelatîyê Tirkîyê ye û jiber sûcên sextekarîyê di sala 2013 û 2016'an hatiye mehkûm kirin. Dadgeha Qanûna Bingehîn li ser doza wî xebitî û biryar da ku li pêşîya radestkirina wî ti asteng tuneye," Johansson got.
Endama NATO, Tirkîyê vetoya xwe ya ser endamtîya Fînladîya û Swêdê, piştî çend hefteyên aloz rakiribû, piştî ku her du dewletên Skandinavî hin daxwazên wê qebûl kiribûn.
Li gor lihevkirina her du alîyan, Tirkîyê lîsteke kesên daxwazkirî dabû Swêdê, lê heta niha ti kes ji Tirkîyê re nehatibû şandin.