Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd li Benda Macaristanê Ye ku Demeke Nêz Endamtîya Wê ya NATO'yê Bipejirîne


Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom
Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom îro Çarşemê li parlamanê got ku ew li bendê ne ku Macarstan di demeke nêz de endamtîya wan ya li NATO bipejirîne.

‘’Em şad in ku Tirkîyê ew peyvajoya pejirandinê qedand û em niha hêvî dikin ku Hungarya jî wê bişopîne.’’

Macaristan tekane dewlet e ku endamtîya Swêdê ya li NATO hîn nepejirandiye.

Swêdê, piştî Rusya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir, Gulana 2022’yan serî li NATO da ku bibe endama hevpeymanîyê.

Jibo endamtîya li NATO divê dewleta serî li hevpeymanîyê daye bi yekdengî were pejirandin, lê Tirkîye û Macaristanê dijî endamtîya Swêdê sekinîn û peyvajo dereng xistin.

Macaristan û Tirkîye, li gor dewletên din yên NATO ya bi pêşengîya Amerîka, bi Rûsya re peywendîyên baştir dimeşînin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG