Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd Piştî Pejirandina Macaristanê Hazirîya Endamtîya NATO Dike


Swêd piştî Hungarya jî roja Duşemê wek dewleta dawî ew erê kir hazirîyê dike ku bi awayekî fermî bibe endama NATO.

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson piştî pejirandina Macaristanê got ku ew di rojeke dîrokî de ne.

‘’Swêd êdî qonaxa xwe ya bê alî û bê peywendî ya 200 salî li dû xwe dihêle. Ev gaveke girîng e û divê em bi awayekî cidî lê binêrin.’’

Kristersson dîyar kir ku endamên NATO jibo aştî û azadîyê dixebitin û got ku jixwe ew ji demeke dirêj vir ve di pratîkê de wek ku ew di wê komê de ne.

Parlamanterên Hungarî endamtîya Swêdê bi 188 dengên li hember 6 dengan pejirandin.

Berî dengdanê Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban bang li parlamanteran kir ku endamtîya Swêdê bipejirînin.

Orban dîyar kir ku hevkarîya leşkerî Swêd û Macaritanê û endamtîya Stockholmê ya li NATO wê ewlekarîya wan xurt bike.

Swêdê tevî Fînlandîya, Gulana 2022’yan, 3 mehan piştî ku Rûsya dest bi dagirkirina Ukrayna kir serî li NATO da ku bibe endama hevpeymanîyê.

Endamtîya Fînlandîya zûtir hat pejirandin û ew Nîsana 2023’yan bû endama NATO, lê Tirkîye û Macaristanê rê li ber Macaristanê girtin.

Enqerê îdia kir ku Swêd piştgirîyê dide komên Kurdan ku ew wek terorîst dibîne.

Swêdê ser têkoşîna dijî terorê qanûnên nû derxistn û Tirkîyê serê salê endamtîya wê pejirand.

Bertekên Macaristanê yên dijî Swêdê li gor yên Tirkîyê kêmtir zelal bûn.

Orban dîyar kiribû ku rexneyên Swêdê yên ser qelsîya demokrasîya wan hêrsa wan rakiriye.

Kristersson Îna borî serdana Budapeştê kir û Macaristanê jî 4 firokên cengê yên Swêdî standin û wer xuya ye ku wan danûstandin girjîya di navbera her du dewletan de kêmtir kir.

Balyozê Amerîka yê li Macaristanê David Pressman, ku Budapeşt ser derengxistina pejirandinê rexne kiribû, ser erêkirinê kêfxweşîya xwe ragihand.

Pressman li pêş parlamana Macarisanê ji rojnamevanan re endamtîya Swêdê ya li NATO wê ewlekarîya Amerîka, hevpeymanî û Macaristanê xurt bike.

Wî dîyar kir ku Swêd bi qasî du sal in li bendê ye ku bibe endama NATO û got ku divê peyvajoya endamtîyê bi lez biqede.

Rûsya ser pejirandina Macaristanê hîn ti şirove nekiriye.

Moskowê di demên borî de gotibû ku ger Swêd bibe endama NATO ew seba tedbîran dikare jibo hêzên Rûsî bibe armanceke rêwa.

Jêder: VOA, Reuters

XS
SM
MD
LG