Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd Ser Xurtkirina Berevanîya li Welatên Baltik Leşker Dişîne Letonya


Stoltenberg û Kristersson
Stoltenberg û Kristersson

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson îro Pêncşemê got ku ewê plana ser şandina leşkeran jibo Letonya bidomînin.

Kristersson di preskonferansa hevbeş ya bi hevtaya xwe ya Letonyayî Evika Silina re got ku ew şandina leşkerên wek beşeke bicîhbûna NATO ya li welatên Baltik yên li sînorên Rûsya û Belarûsê dibînin.

Wî got ku hikûmeta Swêdî serê sibê bi biryareke fermî ji hêzên çekdar re dîyar kiriye ku divê ew ser planê bixebite.

‘’Armanca me ev e ku em vê hêzê heta serê sala nû jibo operasyonan hazir bikin. Emê maşîneyên zirxî û tankên Leopard jî bişînin."

Swêd sala borî bûbû endama 32’yan NATO û dawî li sîyaseta xwe ya bêalî ya dehan salî anîbû.

Swêdê berî biryara dawî ya NATO ya ser endamtîyê dîyar kiribû ku ewê ser êrîşên gumankirî piştgirî bide xurtkirina hêzên li Letonya.

Hêzên çekdar yên Swêdê didin zanîn ku wê 600 leşker herin Letonya.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG