Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd Êdî Endama Fermî ya NATO Ye


Swêd îro Pêncşemê bi qedandina peyvajoya endamtîyê ya li Washingtonê bi awayekî fermî bû endama 32’yan ya NATO.

Stockholm piştî Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir serî li NATO da ku bibe endama hevpeymanîyê û peyvajoyê du salan dom kir.

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson di merasîma endamtîyê dîyar kir ewê hevbendî rêya wan veke.

Kristersson got ku ew bi endamtîyê serbilind in û ewê li gor hêvîyan tevbigerin.

‘’Em dilnizm in, lê em di heman demê de serbilind in jî. Emê li gor hemî hêvîyan tevbigerin. Bar, berpirsî û rîsk bi hevbendên me re li ser milên me ne jî.’’

Wî dîyar kir ku rewişa ewlekarîya herêmê ji Şerê Cîhanê ya Duyê vir ve ti car ewqas cidî nebûye û got ku ew jibo ewlekarîyê bûne endama NATO.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken jî dîyar kir ku NATO bi endamtîya Swêdê ji berê hîn mezintir û xurttir bûye.

Blinken got ku tevî dijwarîyan jî wan dizanibûye ku ewê Swêd rojekê bibe endam.

Wî sîyaseta Swêdê ya bê alî ya 200 salan bi bîr xist û got ku berfirehbûna NATO ji pêş ve nehatiye dîyar kirin û nayê zanîn.

Berî Swêdê, Fînlandîya Nîsana sala borî bûbû endama 31’ê ya NATO.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG