Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd Generalekî Berê yê Sûrî jiber Tawanên Şer Dadgeh Dike


Ala Swêdê li paytexta wê Stockholmê (Arşîv)
Ala Swêdê li paytexta wê Stockholmê (Arşîv)

Li Dadgeheke li Stockholm ya Swêdê îro darizandina generalekî artêşa Sûrîyê destpê kir, bi tawanên şer di dema şerê navxweyî yên wî welatî de.

Serfermandarê berê Mihemed Hemo yê 65 salî ku li Swêdê dijî, karbidestê herî payebilind yê leşkerî yê Sûrî ye ku heya niha li Ewrupa tê darizandin.

Dozgerîya Stocholmê Muhammed Hemo bi alîkarî û piştgirîkirina tawanên şer tawanbar dike û dibe ku cezayê girtîgehê yê dirêjîya jînê li Hemo were birîn.

Dozger Karolina Wieslander di rûniştina îro de ragihand ku Hemo wek generalekî bi biryar û kiryarên xwe beşdarî şerê artêşa Sûrîyê ya dijî welatîyên Sûrî bûye.

"Ku bi awayekî sîstematîk ji êrîşên bi binpêkirina pîvanên cudakarî, hişyarî û hevsengîyê pêk tên, dihewîne".

Wieslander herwiha got ku Hemo berpirsê beşa çekan hêzên bejayî jî bû û ji yekîneyên Sûrî re alîkarîya hevsengî û peydakirina çekan kiriye.

Dozger dîyar kir ku di wan êrîşên artêşa Sûrîyê de ku Hemo jî beşdar bûyê de, di navbera cîh û kesên ku hatine êrîş kirin de, ti cudahî nehatiye kirin ku ev tawanekî şer ya serekî ye.

" Ew êrîşên berfireh yên esmanî û bejayî yên artêşa Sûrîyê bûne sedema ziyananên ne hevseng û bêpîvan, " dozgera Swedî got.

Dozgerîya Stockholmê, Hemo jiber kiryarên di navbera 1’ê Rebandanê û 20'ê Tîrmeha 2012'an de tawanbar dike.

Hemo di gel parêza xwe tevlî darizandina îro bû û tawanbarîyên dijî xwe red kir.

Parêzera wî Mari Kilman anî ziman ku nabe genaralê berê jiber van kiryaran berpirs were dîtin, jiber ku Hemo di çarçoveyek leşkerî de tevgerî ye û neçar ma ye ku fermanan bişopîne.

Hemo herwiha hemû tawanbarîyên kesane jî red kir û destnîşan kir ku bo darizandina wî divê qanûnên Sûrîyê werin kar anîn.

Li ber e ku doza dijî Hemo heta dawîya Gulanê bidome.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG