Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd Dibêje li Benda Tirkîyê Ye ku Serlêdana Endmatîya NATO Erê Bike

Turkey Sweden
Turkey Sweden

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom îro Pêncşemê got ku hazir in ku tev li NATO bibin û li benda Tirkîyê ne ku dest bi erêkirin prosesa serlêdana wan bike.

"Em bi tevahî amade ne û li benda Enqerê ne ku dest bi pêvajoya erêkirina serlêdana me bike," Billstrom Letonya got.

Wî ev daxuyanî li di preskonferansa piştî civînên xwe yên bi wezîrên Skandînavya û Baltik de li Riga ya paytexta Letonya da.

Swêdê sala borî serî li NATO dabû ku bibe endama wê hevbendîyê, lê Tirkîye û Hungarya heta niha ew serlêdan erê nekiriye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG