Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd bo Ukrayna Paketeke Nû ya Alîkarîyê Radigihîne 


Ajansa AFP ragihand ku hikûmeta Swêdê biryar da ku ji Ukrayna re paketeke nû ya alîkarîyê pêşkêş bike.

Li gor ragihandina hikûmetê, di vê paketê de wesayîtên şer yên zirxî hene û ji hêzên berevanîyê hatiye xwestin ku sîstema topan ya Archer hazir bike.

Paket bi 4,3 mîlyar kronên Swêdî (419 mîlyon dolar) ye û dê çekên tankşikên yên NLAW jî têde bin.

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson di preskonferansekê de dîyar kir ku piştgirîya leşkerî ya bo Ukrayna girîng e.

Kristersson got ku wan bala xwe daye ser daxwazên Ukrayna û wisa paketa nû ya alîkarîyê ragihandiye.

Swêd wê nêzî 50 wesayîtên xwe yên şer yên tîpa 90 yên zirxî bişîne.

Hikûmetê dîyar nekir ku ewê çend sîstemên Archer bo Ukrayna haxir bike.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG