Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd Piştî Civîna li Enqerê jibo Endamtîya li NATO Geşbîn E


Şandeyên Tirkîye, Fînlandîya, Swêd û NATO îro Çarşemê li Enqerê kom bûn.

Piştî civînê, şandeya Swêdê ragihand ku civîn bi awayekî geşbîn derbaz bûye.

Danûstandinerê Swêdê Oscar Stenstrom dîyar kir ku karê wî ew e ku ew karibin hevtayê xwe îqna bikin ku wan gavên hewce avêtine.

Stenstrom got ku li gor wan ew gav avêtine, lê Tirkîyê hîn jî ne hazir e ku biryarê bide.

Wî dîyar kir ku jibo civîneke nû dem nehatiye dîyar kirin.

Serokomarîya Tirkîyê jî ragihand ku şandeyan li hev kiriye ku ew ser endamtîya Swêdê ya li NATO danûstandinan bidomînin.

Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên hevpeymanîyê.

Fînlandîya di rojên borî de bû endama 31’an ya NATO, lê Tirkîye dijî endamtîya Swêdê disekine.

Enqere îdia dike ku Swêd jibo komên terorê mazuvanîyê dike û ji wê dixwaze ku dijî wan gavên cidî biavêje.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG