Karbidestekî payebilind yê Swêdî îro Duşemê ragihand ku Karsaz û Swêdiyên li derve "divê hişyarî û haydariya xwe zêde bikin", piştî şewitandina Quranê ya vê dawiyê li welat û xwepîşandanên li cîhana misilman.
Henrik Landerholm, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Swêdê, got ku nîşanên "metirsiyek zêde" li ser welatî û berjewendîyên swêdî yên li derve heye, û got ku rewşa ewlehiyê xirabtir bûye.
Landerholm got "nûnerên komên terorîst banga êrîşa li dijî Swêdê kirine." Hin dewlet û aliyên din alîkariya zêdekirina peyamên wiha kirine." Wî got ku Swêd jibo wan koman êdî ji armancek"meşrû" derketiye û niha bûye armanca "pêşîn". Lê wî di daxyûyanîyê de aliyên ku dest di wan peymên nefretê de heyî eşkere nekirin.
Landerholm got di heman demê de "nîşan" hene ku grûp planên kiryarên din li dijî berjewendiyên Swêdê li derveyî welat dikin.
Meha borî li balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê êrîş pêkhatbû û avahiyê balyozxanê şewitand bû, herwiha hefteya borî hewildana êrîşa li dijî nûnertîya dîplomatîk ya Swêdê li Beyrûtê hatbû kirin.
Daxûyanî dibêje hikumeta Swêdê û berpirsên peywendîdar "geşedananên heyî dişopînin, û zêrevaniya rewşê dikin, tedbîran pirrengî distînin û ji nêz ve bi hevkarên navneteweyî re dixebitin da ku Swêd û berjewendîyên swêdî li derve biparêzin û rê li hember peyamên nefretê yên ku li dij Swêdê têne belav kirin bigrin."
Bêhurmet kirin û şewitandina quranê vê dawiyê di zincîreke çalakiyan de ji aliyê çend çalakvanên dijî Îslamê li Swêdê û herwiha vê dawiyê li Danîmarkayê jî heman tişt hatin kirin ev bû sedema hêrisbûna civak û welatên Misilman û derketina xwepêşandanan.
Li Swêdê ti yasayek nîne ku şewitandin quranê yan jî bêhurmet kirina pirtûkên olî yên din qedexe bike.
Karbidestên Swêdî gelek caran şewitandin û bêhurmetiyên derbarê quranê de şermezar kirin, her weha îdiayên ku dibêjin hikûmeta Swêdê destûrê dide mirovan ku pirtûkên pîroz yên îslamê yan pirtûkên olên din bişewitînin nerast derxistin.
Meha borî, Saziya Ewlekariya Navxweyî ya SAPO' ya welatên Skandînavya got ku rewşa ewlekariya giştî xirab bûye û metirsiya terorê li Swêd hêjî di astek bilind de ye.
Li aliyek din, Brîtanyayê îro hişyarî da welatiyên xwe yên ku diçin Swêdê ji ber ku piştî şewitandina Quranê ji aliyê çalakvanên dij-îslamî ku misilman hêris kirine, li wî welatî êrîşek terorîstî pêk were.
Di hişyariyek nû ya Wezareta Derve ya brîtanya de hat gotin ku rayedarên Swêdî bi serkeftî hin planên êrîşê pûç kirin û gelek kes girtin.
Wezaretê di hişyariya xwe de ji welatiyan re got, "Divê hûn di vê demê de hişyar bin, heyee ku terorîst hewl bidin êrîşan li Swêdê pêk bînin," wezaretê di hişyariyê de ji welatiyan re got ku cihên ku biyanî serdana wan dikin dibe ku armanca sereke bin.
Jêder: AP/Reuters