Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Swêdê Ser Êrîşeke Pêkan ya Rûsya Hişyarî Dide


Komîsyona berevanîyê ya Parlamana Swêdê ser êrîşa pêkan ya Rûsya hişyarî da.

Di rapora parlamanê de, ku çaverê ye îro Duşemê were weşandin, karbidestên Swêdî bal dikişînin ser êrîşan pêkan ya hêzên Rûsî.

‘’Hîn jî kanînên Rûsya têrê dike ku ew bi hêzên esmanî, hêzên deryayî, çekên dûravêj û çekên navokî operasyonan bibe ser Swêdê,’’ rapor bi berdewamî got.

Di raporê de sekna nû ya Swêdê ya jibo berevanîyê jî heye.

Rapor dîyar dike ku Swêd êdî li şûna peywendîyên xurt yên bi Yekîtîya Ewrupa (YE) re bala xwe dide ser endamtîya li NATO.

Swêdê bi Fînlandîya re piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO da ku bibe endama hevpeymanîyê. Tevî ku serlêdana Fînlandîya hat qebûl kirin û ew bû endama 31’an ya NATO, lê Swêd heta jî nehatiye pejirandin.

Ji endamên NATO, Tirkîye û Macaristanê hîn serlêdana Swêdê nepejirandine.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG