Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Swêd û Fînlandîya Dikarin bi Lez Bibin Endamên NATO


NATO Secretary-General Jens Stoltenberg speaks during a media conference after a meeting of NATO foreign ministers at NATO headquarters in Brussels, April 7, 2022.
NATO Secretary-General Jens Stoltenberg speaks during a media conference after a meeting of NATO foreign ministers at NATO headquarters in Brussels, April 7, 2022.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Pêncşemê got ger Fînlandîya û Swêd bixwazin bibin endamê tifaqê ew dikarin bi lez tev li wê bibin.

Stoltenberg li Brukselê ji rojnamevanan re ser Fînlandîya û Swedê axifî.

Wî da zanîn ku ger her du dewlet bixwazin bibin endamên NATO, ewê bi awayekî germ pêşwazîya wan bikin û dîyar kir ku ewê peyvajoya endambûnê jî bi lez bimeşe.

Sekreterê Giştî yê NATO dîyar kir ku ew dê îro bi Serokomarê Fînlandîya re biaxife.

Stoltenberg da zanîn ku ger her Fînlandîya û Swêd bo endamtîyê serlêdanê bikin, welatên NATO bo pejirandina endmatîyên wan hazir in.

Dirêjîya sînorê Rûsya û Fînlandîya 1300 kîlometre ye. Moskow dibêje ger Fînlandîya û Swêd bibin endamên NATO ewê li Kaliningrad ya li Baltikê çekên navokî û muşekên hîpersonîk bi cîh bikin.

XS
SM
MD
LG