Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd 2 Birayên Îranî bi Gumana Sîxurîya bo Rûsya Tawanbar Dike


Polîsên Swêdî li bajarê Malmo (Arşîv)
Polîsên Swêdî li bajarê Malmo (Arşîv)

Karbidestên dadwerîya Swêdê îro Înê ragihand ku du birayên ku li Îranê ji dayikbûne, bi tawana sîxuriya asta pir bilind de têne darizandin.

Karbdestan ragihand ku birayên bi navê Peyman Kia yê 42 salî û Payam Kia yê 35 salî nêzî deh salan ji Rûsya û sazîya îstîxbarata leşkerî (GRU) re sîxurî kirine.

Yek ji wan birayan jî bo ajansa îstîxbarata navxweyî ya Swêdê kar dikir, lê nehat eşkere kirin ku kêna bira ye.

"Lêpirsîn pir tevlîhev û dijwar e jiber ku ser tawanên pir giran yên dijî sîstema îstîxbarat û ewlehîya Swêdê tê kirin. Doz ser "ijarên pir hesas dimeşe," serdozgerê Rêvebirîya Ewlekarîya Netewî ya Swêdê Per Lindqvist got.

Li gor belgeya dozê ya ku ajansa AP bi dest xistiye, wan kesana bo dehsalan ji 28 Îlon 2011’an heya 20’ê Îlona 2011’an bi hevre agahî dane GRU, ya sazîya îstîxbarata leşkerî ya Rûsî.

Belgeyên doze nîşan didin ku birayê ku di sazîya îstîxbarata navxweyî û hêzên çekdar yên ya Swêdê de dixebitî, pêzanînên gelek girîng yên nepenî û veşartî ji hin karbidestên ewlekarî û îstixbaratî bi dest xistine.

Birayê din jî têkilîyên bi Rûsya û GRU re ava kiriye û karê gîhandina agahîyan û wergirtina diravan bi cîh anîye.

Lepirsîna doze ji alîyê sazîya ewlekarîya navxweyî ya Swêdê (SAPO) ve di 2017’ân de hatiye destpê kirin. SAPO dibêje ku piranîya agahîyên di lêpirsînê de veşartî ne û ew nikare hûrgulîyan bide.

Wezîrê Berevanîyê yê Swêdê Pål Jonson got ku ew ser dozê hatiye agahdar kirin, lê wî nexwest ku şîrove bide bîragiştî.

Li gor medya Swêdê Peyman Kia û Payam Kia di 1994’an de bûne hemwelatîyên wî welatî û yek ji wan pir baş Farsî diaxife.

Medya Swêdî ragihand ku her du bira di Îlon û Mijdara 2021’an de hatin girtin lê ew tevahîya tawanbarîyên dijî xwe red dikin. Ger ew sûcdar werin dîtin, dadgeh dikare cezayê zindankirina hetahetayî yan herî kêm 20-25 sal cezayê girtîgehê bide wan.

XS
SM
MD
LG