Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swedê Kurdekî bi Îdiaya Têkilîya bi Terorê Radestî Tirkîyê Kiriye


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson; Enqere ,8 Mijdar,2022,
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson; Enqere ,8 Mijdar,2022,

Ajansa nûçeyan ya dewleta Tirkîyê Anadolu îro Şemîyê ragihand ku Swêdê do Înê Kurdekî bi gumana pêwendîya bi terorê, radestê Enqerê kiriye.

Kurdê bi navê Mahmut Tat di 2015’an de li Swêdê bo mafê penaberîyê serî sazîyên li wî welatî dabû, jiber ku li Tirkîyê 6 sal û 10 meh ceza lê hatiye birîn, bi sedema têkilîya wî bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) re heye.

Televîzyona dewleta Tirkîyê TRT jî ragihand ku Mahmut Tat îro hatiye veguhestinê girtîgeheke li Stenbolê.

Wezîra Koçberîyê ya Swêdê Maria Malmer Stenergard bersîv neda daxwazên şîroveyê, lê ji SVT re got ku hikûmetê di biryarê de ti rolek nelîstiye.

"Ev dozeke dersînorkirinê ye ku kesek serlêdana wî ya penaberîyê hatiye red kirin. Hikûmet di biryardana lser serlêdanên penaberîyê de xwedî ti nine," Malmer got.

Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna di meha Gulanê de serî li NATO’yê dabûn ku bibin endam, di lê rastî nerazîbûnên Tirkîyê hatin.

Tirkîyê her du welat bi parastina milîtanên PKK’ê û komên din yên wê qedexekiriye, tawanbar kirin.

Di meha Hezîranê de di navbera Tirkîyê, Fînlandîya û Swêdê de lihevkirinek pêk hatibû ku tê de şertên radestkirina kesan û parvekirina agahîyan tê de hene.

Tirkîyê Çarşema borî got ku Swêd û Fînlandîya di pêyvajoya razîkirina Enqerê ya ser endamtîya NATO’yê de pêşde çûne, lê hîn jî hewce ye ku ew bo bicîhkirina daxwazên Enqerê yên derbarê terorê de zêdetir tiştan bikin.

XS
SM
MD
LG