Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd Dibêje Ewê bo Endamtîya NATO li Danûstandinên Fînlandîya Binêre


Europe Russia Ukraine NATO
Europe Russia Ukraine NATO

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Swêd dê ser biryara bo beşdarîya li NATO li danûstandinên Fînlandîya binêre.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde ragihand.

Linde ji Twitterê da zanîn ku Fînlandîya hevbendeke wan ya nêz e û divê ew bala xwe bidin ser nirxandinên wî welatî jî.

Serokomarê Fînlandîya Sauili Niinisto û serokwezîra wî welatî Sanna Marin îro Pêncşemê dîyar kirin ku divê ew dereng nemînin û bo endamtîyê serî li NATO bidin.

Her du rêberên Fînlandîya dibêjin jiber ku Rûsya, Ukrayna dagir kiriye sîyaset guherîye û didin zanîn ku divê ew li gor rewişa nû tevbigerin.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kiribû û ji wê çaxê vir ve egera endamtîya Fînlandîya û Swêdê ya bo NATO pirtir di rojevê de ye.

XS
SM
MD
LG