Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd Dixwaze bi Tirkîyê re Peywendîyên Avaker Çêke


US Sweden Austin
US Sweden Austin

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Swêd jibo ku bibe endama NATO dixwaze bi Tirkîyê re danûstandinên avaker çêke.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezîra Derve ya Swêdê, Ann Linde ragihand.

Linde dîyar kir ku ew dixwazin ser fikarên Tirkîyê bi awayekî avaker danûstandinê bikin.

Fînlandîya û Swêd, piştî şerê Rûsya û Ukrayna jibo ku bibin endamên NATO dest bi danûstandinên berfireh kirine.

Karbidestên her du dewletan dibêjin ku welatên NATO piştgirîyê didin wan ku bibin endamên tifaqê, lê Tirkîye dijî endambûna her du dewletan e.

XS
SM
MD
LG