Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Swêdê Dibêje Ew Pabendî Peymana bi Tirkîyê re Ne


Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson
Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson îro Înê dîyar kir ku Swêd bi tevahî pabend e ku şert û mercên peymana bi Tirkîyê re bicih bîne; da ku di nerazîbûnên Tirkîyê ser endamtîya Swêd û Fînlandîya bo NATO were çareserkirin.

Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên wê hevbenîya leşkerî, lê Tirkîyê ser endamtîya wan dewletan fîkar û nerazîbûnên xwe ragihand.

Di meha Hezîranê de li Madrîdê di navbera Tirkîyê, Swêd û Fînlandîya peymaneke sê alî hat îmza kirin; bo çareserkirina nerazîbûnên Tirkîyê ser endamtîya her du welatan ya NATO’yê.

Kristersson îro anî ziman ku Swêd bi armanca çareserkirina nerazîbûnên Tirkîyê li hember tevlîbûna NATO’yê, amadeye ku şert û mercên peymana Madrîdê bicîh bîne.

Kristersson piştî hevdîtina bi hevtayê xwe yê Fînlandî li Helsînkî ji di derbarê mijarê de axifî û got ku divê ew beşa xwe peymanê bi cîh bînin û vê yekê dikin.

Serokwezîr Kristersson bi berdewamî anî ziman ku karbidestên hikûmeta wî pir dixebitin bo ku pêkanîna şertên ku Swêd dive bicîh bike.
Wî herwiha ragihand ku tiştên ku Swêdê heta niha kirine wê bi hûrgulî ragihînin.

Tirkîye dibêje ku parlementoya wê, dibe ku serlêdanên Swêd û Fînlandîya bo endamtîya NATO’yê nepejirîne; ger ew her du welat kesên ku Enqere wek terorîst dibîne, radest nekin.

XS
SM
MD
LG