Swêdê bi 26,000 leşkerên ji 14 neteweyan hîndarîyên xwe yên leşkerî yên herî mezin yên di 25 salên dawî de li dar dixwe.
Hêzên Çekdar yên Swêdê bi daxuyanîyekê rabihand ku çaverê ye hîndarî heta 11’ê Gulanê bidome.
Li gor ragihandina hêzên çekdar, hîndarî li hewa, bejahî û derayayê ne.
Bala Hêzên Çekdar yên Swêdê ser bakur û başûrê welêt e û ew bo Gotlandê jî, ku giraveke stratejîk e, hîndarîyan dike.
Amerîka, Brîtanya, Fînlandîya, Polonya, Norwec, Estonya, Letonya, Lîtvanya, Ukrayna, Danîmarka, Avusturya, Almanya û Fransa jî beşdarîyê li hîndarîyan dikin.
Swêd, ku piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dabû ku bibe endama hevpeymanîyê, heta niha jî nehatiye pejirandin.
Jêder: AFP