Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd Bang li Tirkîye û Macaristanê Dike ku Endamtîya Wê ya li NATO Bipejirîne


Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom dîyar kir ku wan jibo endamtîya li NATO hemî şert bi cîh anîne.

Billstrom bang li Tirkîye û Macaristanê kir ku endamtîya Swêdê bipejirînin.

Wî got ku peyvajoya endamtîya wan ya li NATO wek maratonê ye û dîyar ki ku ew di vê revê de ber bi dawîyê ve hatine.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg jî berî civîna wezîrên derve yên hevpeymanîyê dîyar kir ku ew vê hefteyê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re axifîye.

Stoltenberg got ku ew her tim bi bîr dixine ku endamtîya Swêdê çiqas girîng e.

‘’Fînlandîya jixwe bû endam, ez bawer dikim ku wê Swêd jî bibe endam. Niha em xebatan dimeşînin ku ew endamtî zû çêbe’’

Wî dîyar kir ku endamtîya Swêdê dê hem jibo NATO hem jî jibo Tirkîye û endamên din yên hevpeymanîyê baş be.

Sekreterê Giştî yê NATO got ku ewê di demeke nêz de here Enqerê lê dem eşkere nekir.

Swêd û Fînlandîya, piştî Rûsya dest bi dagirkirina Ukrayna kir, serî li NATO dan ku bibin endamên NATO.

Fînlandîya bû endama 31’an ya NATO, lê Swêd heta niha jî nehatiye pejirandin.

Tirkîye îdia dike ku Swêd jibo komên terorê mazuvanîyê dike ku ji Stockholmê dixwaze ku dijî wan gavên girîng biavêje.

Jêder: AFP, Reuters

XS
SM
MD
LG