Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kristensen: Swêd Nikare Hemû Daxwazên Tirkiyê ji bo Piştgiriya Endametiya NATOyê Pêk Bîne


Serokwezîrê Swêd Ulf Kristensen û serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokwezîrê Swêd Ulf Kristensen û serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Serokwezîrê Swêdê roja Yekşemê got, Swêd di wê baweriyê de ye ku Tirkiye dê serlêdana wê ya ji bo tevlîbûna hevpeymaniya leşkerî ya NATOyê bipejirîne, lê Swêd nikare hemî daxwazên ku Enqereyê wekî mercên erêkirina endamtiyê danîne, bicih bîne.

Serokwezîr Ulf Kristensen li Swêdê di konferanseke saziya parastinê de got, "Tirkiyê piştrast dike ku tiştê me gotibû kir, lê ew di heman demê de dibêjin ku ew tiştên ku em nikarin an jî naxwazin bidin wan dixwazin."

Swêd û Fînlenda û Tirkiyê di sala 2022an de peymaneke sêalî îmze kiribûn ku bi mebesta derbaskirina nerazîbûnên Tirkiyê yên li ser endamtiya NATOyê ya herdu welatên bakurî bû.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG