Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîsyona Peywendîyên Derve ya Parlamana Tirkîyê Bernivîsa Erêkirina Endamtîya Swêdê ya NATO Pejirand


Komîsyona peywendîyên derve ya parlamena Tirkîyê roja Sêşemê bernivîsa ser endamtîya Swêdê ya li NATO pejirand.

Di dengdanê de Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP), Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) û Partîya Gel ya Komarî (CHP) jibo endamtîya Swêdê gotin erê, lê ÎYÎ Partî (Partîya Baş) û Partîya Saadetê gotin na.

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) beşdarî dengdanê nebû.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkîyê, Burak Akçapar, dîyar kir ku Swêdê gavên erênî avêtine.

Akçapar herwiha da zanîn ku ew hêvî dikin di pêvajoya pêş de rewşa li gor daxwazên wan baştir bibe.

Swêd û Fînlandîya sala borî piştî Rûsya Ukrayna dagir kir serî li NATO dan ku bibin endamên hevpeymanîyê.

Tirkîye, ku endama NATO ye, dîyar kir ku herdu dewlet berevanîya wan koman dikin ku Enqere wek terorîst dibîne û helwesta xwe li dijî endamtîya wan ragihand.

Enqerê meha Nîsanê endamtîya Fînlandîya pejirand, lê wê û Macaristanê erêkirina endamtîya Swêdê rawestandin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan endamtîya Swêdê ya li NATO meha Cotmehê pêşkeşî parlamanê kiribû.

Komîsyona peywendîyên derve meha Mijdarê ser endamtîya Swêdê kom bûbû, lê danûstandin paş xistibû.

Jêder: Gazete Duvar, Reuters

XS
SM
MD
LG