Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd Hêvî Dike ku Tirkîye di Cotmehê de Serlêdana Wê ya NATO’yê Bipejirîne


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, 8 Mijdar 2022,
Enqere
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, 8 Mijdar 2022, Enqere

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom îro Înê dîyar kir ku ew hêvîdar e ku Tirkîye endamtîya Swêdê ya NATO’yê wê di Cotmehê bipejirîne; dema Parlemento jinûve kom bibe.

"Hikûmeta Swêdê vê havînê ti peyamên cuda wernegirt, bilî kartên ku wê demê hatin vekirin û daxûyanîyên li Vilnius hatin dayîn ku hê jî bi bandor in, " Tobias ji rojnamevanan re got.

Swêd sala borî bo endamtîyê serî li NATO’yê dabû, wek berteka êrîşa Rûsya ya ser Ukrayna û piranîya endamên hevpeymanîyê demûdest daxwaza wê qebûl kirin.

Lê, Tirkîye bi sedema xemên ser hevkarîya ewlehîyê xwe, dijî endamtîya Swedê derket û nepejirand.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li hilcivîna NATO ya li Vilniusê di Tirmîhê de got ku, wê di Cotmehê de, belgeya erêkirina endamtîya Swedê ya NATO'yê bişîne parlamentoyê, dema piştî betlaneya havînê jinûve bicive.

Lê, gelek şîrovekar dibêjin ku dîsa jî ti garantî tune ye ku Tirkîye wê endamtîya Swedê di Cotmehê de bipejirîne.

Billstrom got ku parlamento saziyek serwer e, lê sere hikûmetê Erdogan li Vilnius soz da ku "pejirandina bilez" ya endamtîya Swêdê ji hêla parlamentoyê ve were piştrast kirin.

"Ev tê wê wateyê ku hikûmeta Tirkîyê ser soza xwe ya erêkirinê ye," Billstrom got.

Tirkîyê dibêje ku divê Swêd dijî hin kesan pîvanên tundtir ragihîne, yên ku ew wek endamên komên terorîst dihesibîne; bi gelemperî endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û komeke ku Enqere bi rexistinkirina hewla derbeya 2016’an tawanbar dike.

Alozîyên bi Tirkîyê re herwiha jiber xwepêşandanên li Swêdê zêdetir bûne, ku xwepêşanderan Quran şewitandi ku ev jî gelek misilman hêrs kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku jibo dewletek bibe endama NATO divê hemî endam wê bi yekdengî bipejirînin.

XS
SM
MD
LG