Acansa peyam û nûçe ya fermî ya dewleta Sûrîye ragehand, ji egera kirdareka terorê biser loleka Gaza gola Şair li naverasta biyabana Sûrî karê vegohastina Gazê hate rawestan.
Rêveberê rêkxistîya Sûrî ya mafên mirovan Ramî Ebdulrehman got, hêla ji gola Şair tê bi bombekê hete armanc kirin ko mezintirîn yeke li Sûrîye.
Heta niha tû aliyekê berpisyaretîya xwe liser wê kirdarê diyar nekir ye.
Çekdarên Daîşê dinav biyabana Sûrî belavin û dem bo dem şer û hevçûn dinav bera çekdarên Daîşê û hêzên hikumeta Sûrî der dikevin.
Hêla gazê ko niha ji kar keft, rojane 2.5 Milyon Mêtrên çwar goşe ji gola Şair bo kargeha Îbla li bajarê Hîmsê vedgohêze.
Her ji dema destpêkirina şerê Sûrîye llisala 2011 kertê petrola Sûrî krfte ber ziyaneka mezin ko texmin tê kirin bi pitir ji 74 Milyar dolaran.