Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sêyemîn Salvegera Şengalê


Bajarê Şengal
Bajarê Şengal

Meha 8 Tebaxê, Sêyem bîreweriya êrîşên teroristên Komela Dewleta Îslamî DAIŞ'ê li ser civaka Êzdiyan li bakûrê Îraqê. DAIŞ xwest vî gelî û keltûrê wan jinav bibe. Hovatiya wan kiryaran karesat bû ji civaka Êzdiyan re û xala veguhastinê bû di şerê dijî teroristên DAIŞ de.

Li roja 3 Tebaxa 2014, teroristên DAIŞ bi ser bajarê Şingalê yê bakûra Îraqê de girt. Serhejmêriya wî bajarî 90,000 kes bûn, piraniya wan Êzdî û jimareka kêma ya Şî’ayan.

Êzdî kêmaniyeka Olî û nijadî ya ne Musillman e. DAIŞ bi awayek dovane ew kirin armanca xwe û tepeser kirin ji ber baweriya wan ya olî.

Di dîroka xwe da ew çendîn caran bûne armanca êrîşên xelkê din. Dema DAIŞ dest bi ser Şengalê û dewrûberên wê de girtî, her zû dest bi wêran kirina peristgehên Êzdiyan kir û sivîlên Êzdî serbirîn. Bi hezaran kes, bi taybet mêr û zarok îdam kirin. Hezarên dî, bi taybet jin û keç revandin û şervanên DAIŞ weka koleyên Sêksî destdirêjî kire ser wan.

Ji nav 200,000 kesên ji malên xwe ji bajarê Şengalê û gûndên dewrûber revyayîn, nêzîkî 50,000 xwe li çiyayê Şengalê girit. Şervanên DAIŞ dora wan girt û li ser çiyayî asê man. Di demê sê rojan de, bi dehan Êzdî, tevaya wan zarok ji têhna mirin. Wan bangî xelkê xwe li seranserî cîhanê û Amerîka kir da li hewara wan herin û ji wê dorgirtinê rizgar bikin.

Li 4 Tebaxa 2014 Mîrê Êzdiyan banga xwe gehand rêberên cîhanê ji bo alîkariyê. Welatên Yekgirtiyên Amerîka bersiva wê bangê da û dest bi êrîşên firokan li dijî DAIŞ kir, piştevaniya alîkariyên mirovanî bi gehandina xwarin ava û vexwarinê ji firokan û karê hevpişk digel Îraqiyan û layenên dî.

Ev alîkariya pêşîn bû, bûye sedemê pêkanîna hevbendiyek nêvneteweyî bo şkandina DAIŞ û destkpêka dawiya DAIŞ bû. Heta nîva meha Kanûna 2014 hêzên kurdan dest bi yekem qonaxa kampêna derxistina DAIŞ ji Şengalê kir û berî sal bi dawî bê wan beşek jibajar rizgar kir. Li13 Çirya Paşî, rojekê berî destpêkirina qonaxa duyan, hêzên Kurdan yên Êzdiyan bi piştevaniya êrîşên firokên hevpeymana bi yek carî Şengal ji destê DAIŞ rizgar kir.

Şerê li dijî DAIŞ şerê şaristaniyetê ye li dijî berberizmê. Ev li Şingalê pitir ji her cihekî dî xweya ye.

Siyem Salvegera Şingalê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:20 0:00

XS
SM
MD
LG