Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esed Dibêje Sarkirina Pereyên Di Bankên Libnanê De Rêgira Mezin ya Weberhênana li Sûrîyê ye


Serokê Sûrîyê Beşar Esed îro Şemîyê got ku rêgira mezin li pêş weberhênanê li Sûrîyê ew e pereyên ku di bankên Libnanê de hatine sarkirin.

Di axaftina xwe ya piştî sondxwarina serokayetîyê de, Esed texmîn kir ku pereyên hatinî sarkirin ew di navbera 40 heta 60 milyar dolarî de ne.

Wî got,” herdu hejmar jî têra wê yekê dikin ku zorê bidin ser aborîya me.”

Libnan di kirîzeke aborî ya kûr re derbas dibe ku gefê dide ser seqamîriya wî welatî. Bankên Libnanê, ji destpêka kirîzê sala 2019an ve, rê li kişandina pereyan bo derve girtiye.

Gelek kompaniyên sereke yên Sûriyê, di dema cezayên welatên Rojava de, sîstema bankên Libnanê bikar dianîn ji bo dayîna nirxên kelûpelên ku ji wan re bi rîya Libnanê derbasî Sûrîyê dibûn.

Esed her wiha got dê Sûriyê bi berdewamî kar bike da zora wan bend û zehmetiyan bibe ku cezayên welatên Rojava li dirêjiya deh salan encam dane.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG