Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malbatên Vegeriyayî Serê Kanîyê Rastî Êrîşan Hatin

Kurds displaced during the Syrian civil war return to Ras al-Ain
Kurds displaced during the Syrian civil war return to Ras al-Ain

Îro Duşemê yekemîn Karwanê derbiderên Serê Kanîyê ku ji 410 malbatan pêk tê, ji Kampa Waşokanî dest bi vegera ser mal û warên xwe kir li bakurê rojhiltê Sûrîyê.

Emced Kurdo peyamnêrê Dengaê Amerîka got ku piştî heft salan ji koçberî û penaberîyê, beryar hatibû ku 650 malbat vegerin cîh û warên xwe li gor peymana 29’ê Çileyê ya di navbera Hikûmeta Sûrî ya demkî û Hezên Sûrîya Demokratîk(HSD).

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), Mezlûm Ebdî, li ser platforma X'ê, êrîşa ku li ser malbatên Kurd ên derbider di dema vegera wan bo Serê Kanîyê de pêk hat, şermezar kir, û da zanîn ku ew veger bi hevrêzîya bi dewleta Sûrîyê re pêk hatibû.

Ebdî got, “em helwestên hêrsbûyî yên li kolanên Kurdî li hemberî vê êrîşê fêm dikin, û di heman demê de em bang li gelê xwe dikin ku xwe ragirin, û nekevin nava ti karên bêberpirsîyarî, û sazîyên me yên sivîl û ewlehîyê biparêzin”.

Mezlûm Ebdî tekez kir ku ew "bi hevrêzîya bi alîyên peywendîdar re dixebitin da ku parastina sivîlên koçber ên vegeriyayî misoger bikin, û hesab ji kesên ku tevlêbûna wan di êrîşan de tê sepandin re bipirsin, bi ahengê re ku mafên hemûyan misoger dike û ewlehî û aramiya herêmê diparêze."

Rêvebirê Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman, gote Dengê Amerîka ku "vegera yekem karwanê malbatên derbiderên Serê Kanîyê gavekî wêrek û di cihê xwe de ye, bi taybetî ji ber ku herêma Serêkanîyê herêmeke hestîyar e, û li wir hin komên çekdar hene ku ji Kurdan hez nakin, tenê ji ber ku Kurd in, ne tenê HSD'ê nefret dikin. Ew li hember Kurdan nêzîkatîyeke nijadperestî û siyaseta guhertina demografîkê dimeşînin."

Ramî Ebdulrehman
Ramî Ebdulrehman

Ebdulrehman berdewam kir û got ku "mixabin, malbatên ku di karwanê yekem de vegeriyan, rastî êrîşan hatin ji alîyê çekdaran û nijadperestên nû ve; kesên ku naxwazin Sûrîya aram bibe û naxwazin ewlehî li Sûrîyê hebe."

Wî tekez kir ku dema hawlatîyek dixwaze vegere mala xwe û rastî van êrîşan tê, ev tenê yek tişt nîşan dide, ku desthilata dewleta Sûrîyê ya li Şamê bi tevahî li ser axa Sûrîyê tune ye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG