Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Asoyên Diyaloga Rêvebirîya Xweser û Hikûmeta Sûriyê


Di demekê de ku Tirkiyê gefa operasyoneke leşkerî ya çaran li Sûriyê dixwe, çavdêr û şopîner behsa lidarxistina diyalogekê di navbera Rêverbirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûriyê û hikûmeta Sûriyê de dikin.

Berpirsên Rêveberiyê gelek caran amadebûna xwe ji vê diyalogê re anîne ziman, lê ta niha hîn hikûmetê ti nîşanên pênasîna bi rêveberiya Kurdan diyar nekirine.

Rêveberî dixwaze ku Dîmeşq pênasîneke fermî bi wê bike û pê re tevlî diyalogeke berhemdar bibe ji bo çareserkirina nakokiyan û gihîştina rêkeftinekê ku tê de taybetmendiya rêveberiyê were parastin, hêzên Sûriyê Demokrat bibin beşek ji artêşa Sûriyê û li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bimîne hêza desthilatdar.

Lê hikûmet van şer û mercan red dike û tenê wek caran behsa nenavendîbûneke îdarî li Sûriyê di çarçoweya qanûna Sûrî ya 107 de dike.

Gelo dem hatiye ji bo diyalog û rêkeftinekê di navbera rêveberiya xweser û hikûmeta Sûriyê de?

Rêkeftinek di navbera wan de dê çawa be û dê çi pêş bixe?

Helwesta hikûmetê û rêveberiya xweser ya li dijî Tirkiyê çiqas dikare wan di mijarên din de nêzîkî hev bike?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Omer Osê serokê Destpêşxeriya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û endamê berê yê parlemana Sûriyê ku li Dîmeşqa paytext dimîne û Fewziya Ebdî, endama serkirdayetiya partiya Sûriyê ya Siberojê ku li Kobaniyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 9-11-2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:32:00 0:00


XS
SM
MD
LG