Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrî Dibêje di Êrîşa Dêrezorê de 10 Karker Hatine Kuştin


Wezareta Petrolê ya Sûrîyê îro Înê ragihand ku di êrîşeke nêzî navendeke petrolê de 10 kar li Dêrezorê hatine kuştin û 4 karkerên din jî birîndar bûn.

Wezaretê da zanîn ku êrîş bi ser 3 maşîneyan de pêk hatiye, lê medyaya dewletê ya Sûrî ser êrîşê zêdetir agahî neda.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), çend roj berê ser êrîşên pêkan yên Dewleta Îslamî (DAIŞ) hişyarî dabû û gotibû ku DAIŞ dikare nêzî sersalê li Dêrêzorê êrîşan bike.

Çekdarên DAIŞ’ê roja Duşemê li Reqa êrîş êrîş biribûn ser navendeke leşkerî ku hevalên xwe ji wir azad bikin.

Di wê êrîşa xwekujî ya DAIŞ’ê de 6 çekdarên Kurd jîyanên xwe ji dest dabûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG