Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye û Erebistana Saudî Peywendîyên Xwe Xurtir Dikin


Esad û balyozî Saudî yê Urdunê Nayîf Sadiri (Şam, Gulan 10, 2023)
Esad û balyozî Saudî yê Urdunê Nayîf Sadiri (Şam, Gulan 10, 2023)

Serokê Sûrî Beşar Esad îro Pêncşemê diçe Erebistana Saudî ku beşdarîya hilcivîneke herêmî bike.

Esad, ji destpbûna şerê navxweyî yê ji sala 2011an vir ve cara yekê ye ku seredana Erebistanê dike.

Beşdarbûna Esad ya di hilcivîna Yekîtîya Erebî de wek vebûna rûpeleke nû tê dîtin jiber ku 12 sal bûn ku endamtîya Şamê di wê yekîtîyê de hatibû cemidandin.

Yekîtîya Erebî ya 22 dewletî, ku roja Înê li Cîdde dicive, vegera Sûrîye pejirandubû û niha li ber e bi beşdarbûna Esad ya di hilcivînê de peywendîya xwe bi Şamê re xurttir bike.

Erebistana Saudî di şerê navxweyî yê Sûrî de roleke girîng lîstibû û piştgirî dabû serhildayên dijî rejîma Esad. Lê, di mehên dawî de Rîyad banga dîyalogê kiribû ku dawî li şerê navxweyî bîne ku heta niha bi mîlyonan kes kuştibûn û derbider kiribûn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku her du alî hefteya borî hevbîr bûbûn ku balyozxaneyên xwe vekin.

XS
SM
MD
LG