Karbidestên Tirk û Sûrî radigihînin ku heta niha pirtir ji 23,000 kes di encamên erdhejan de jîyanên xwe ji dest dane.
Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê ya Tirkîyê (AFAD) berî demeke kin ragihand ku hejmara kuştîyên erdhejan li Tirkîyê bû 20, 213 û hejmara birîndaran jî 80,052 ye.
Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) hişyarî dide ku rewşa mirovahî niha pir dijwar e û bi hatina sermayê dijwar û ketina berfê ew rizgarbû dikarin ribirûyê felaketeke nû bibin