Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrî Balyozxneya Xwe li Tûnisê Jinûve Vedike


Balyozxaneya Sûrî ya li Qahîrê
Balyozxaneya Sûrî ya li Qahîrê

Medyaya dewleta Sûrîyê îro Çarşemê ragihand ku Sûrîyê wê balyozxaneya xwe li Tûnisê careke din veke, piştî ku Tûnisê bi xwe balyozxaneya xwe li Şamê vekir.

Tûnis welatê Ereb yê herî dawî ye ku peywendîyên xwe yên dîplomatîk bi Sûrîyê re vedigere, piştî ku bêtirî deh salan hatibûn birîn.

Ajansa fermî ya nûçeyan ya Sûrîyê (SANA) daxuyanîyeke hevbeş ji alîyê wezaretên derve yên herdu welatan belav kir, tê de dibêjin ku Serokê Tûnisê Qeys Saîd balyozekî nû li Sûrîyê destnîşan kir û paşê hikûmeta Sûrîyê bi awayekî demûdest heman gav avêt.

Ev gav ya herî dawî ye wekî beşek ji hewildanên herêmî jibo vegerandina peywendîyan ligel Sûrîyê ku ji sala 2011’an ve jiber şerê navxweyî yên Sûrîyê hatibûn birîn. Ev gavên nêzîkbûna ligel Sûrîyê ji erdheja 6’ê Sibatê ve li Sûrîyê û Tirkîyê êdî bi lez bûne.

Berî dora du mehan, Serokê Sûrîyê Beşar el Esed serdana welatê Oman kir û berê wekî jî serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) kiribû.

Herdu welatan peywendîyên xwe dîplomatîk ligel Şamê bo dora deh salan qut kiribûn.

Tê ragihandin ku Sûrîyê û Erebistana Saudî danûstandinan bi hev re dikin jibo balyozxaneyên xwe li Şam û Rîyadê jinûve vekin.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG