Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kombûna Biden û Erdogan û Gefên Tirkîyê yên Ser Bakur û Rojhilata Sûrîyê


Serokê Amerîka Joe Biden û yê Tirkiyê Recep Tayyip roja Yekşemê li Romaya Îtalî kombûnek li dar xist û tê de gelek mijar gotûbêj kirin, di nav de jî mijara Sûriyê.

Di axaftina xwe ya li gel peyamnêran de Erdogan got wî ji Biden re careke din dijberiya Tirkiyê anî ziman li dor piştgiriya Amerîka bo hêzên Kurdên Sûriyê YPG.

Tirkiyê di van demên dawî de gefên destpêkirina operasyoneke din ya leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û Erdogan dibêje wan êdî sebir nemaye li hin deverên Sûriyê ku bûne “jêderên terorê” li dijî Tirkiyê.

Tê zanîn ku hevbendiya Amerîka û Tirkiyê di van salên dawî de ketiye bin fişara nakokiyên herdu welatan li dor Sûriyê.

Tirkiyê sê operasyonên leşkerî li Sûriyê pêk anîne bi navên Mertala Furatê di sala 2016an de, Şaxê Zeytûnê di sala 2018an de û Kaniya Aştiyê di 2019an de.

Operasyoneke leşkerî ya din ji aliyê Tirkiyê ve çiqas mumkine?

Eger hat û Tirkyê dest bi operastoneke wiha kir, dê helwesta Amerîka çi be?

Rûsya, ku di van demên dawî de hebûnba xwe li deverê bihêztir dike, dê çi bêje û dikare çi bike?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Ezîz Osman, şîrovekarê siyasî ku li Londonê dimîne û nivîskar Elî Muslim ku li Tirkiyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 2-11-2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:30 0:00


XS
SM
MD
LG