Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Gotara Serokê Sûrîyê ya Sondxwarina Seroktîyê


Serokê Sûriyê Beşar Esed
Serokê Sûriyê Beşar Esed

Di axaftina xwe ya sondxwarina seroktîyê de, serokê Sûrîyê Beşar Esad got ku cemidandina pereyên welêt di bankên Lubnanê de rêgira mezin ya li pêş weberhênanê li Sûrîyê ye.

Wî got li gor texmînên heyî di navbera 40 heta 60 mîlyar dolarên Amerîkî de li wir hatine cemidandin.

Desthilatdarên Sûrî dibêjin ku cezayên welatên Rojava sedema zehmetîya jîyana xelkê Sûrîyê ne.

Serokê Sûrî di axaftina xwe de, behsa destûra Sûrîyê kir û got ku gelekan xwest karê bi distûr rawestînin da ku tevlihevîyekê li Sûrîyê çêkin.

Wî bal kişand ser erebûna Sûriyê û ew tiştekî çarenivîssaz bi nav kir û got ku kesek nikare bi hîç şêweyekî wê jinav bibe.

Piştî deh salên şerekî navxweyî ku tê de bi sedan hezar kes hatin kuştin, bi mîlyonan derbider û penaber bûn û gelek bajar û gund wêran bûn, gotareke wiha dikare çi çareser bike?

Esad çi tiştekî nû di vê gotara xwe de pêşkêş kir û çi name ji bo derve şandin?

Berê rewşa aborî ya Sûrîyê li ku ye û têkçûna aborîya Lubnanê ta çi astê girêdayî rewşa Sûrîyê ye?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Musalam Talas, şarezayê aborî ku li Tirkîyê dimîne û Horan Ebdulezîz Hem, şîrovekarê sîyasî û endamê projeya Bizav ku li Lubnanê dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 20-7-2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00


XS
SM
MD
LG