Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Bandora Encamên Hilbijartinên Sûrîyê li Hewlên Çareserkirina Krîza Welêt


Serokê Sûrîyê Beşar Esad di hilbijartinên seroktîya welêt de bi rêjeya % 95.1 bi ser ket û bo cara çaran bû serokê Sûrîyê ku dê heft salên din dirêj bike.

Lê hêzên opozisyonê û welatên Rojavayî dibêjin ku ew hilbijartinên sexte bûn û ti guhertin di rewşa heyî de nakin.

Di heman demê de, Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê ev hilbijartin red kir û got ku divê hikûmeta Sûrîyê bi biryarên civaka navnetewî pêgir be.

Civaka navnetewî û di nav de jî Amerîka, dixwest ku ev hilbijartin piştî lihevkirineke siyasî û nivîsîna destûreke nû ya jbo Sûrîyê û bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî bibin.

Lê hikûmeta Sûrîyê guh neda bangên civaka navnetewî û hilbijartin li herêmên bin kontrola hêzên rejîmê de li dar xist.

Encama vê hilbijartinû jibo xelkê Sûrîyê tê çi wateyê?

Bandora wê li ser guftûgoyên navnetewî yên çareserkirina krîza Sûrîyê çi ye?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna sê mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Omer Osê, endamê berê yê parlemana Sûrîyê û serokê Destpêşxerîya Niştimanî ya Kurdî ku li Dîmeşqa paytext dimîne, Ebdella Geddo Endamê desteya siyasî ya Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê ku li Stenbola Tirkîyê dimîne, û Ehmed Şêxo, endamê desteya rêvebirîya Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) ku li Kobanîyê dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin:

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:30:54 0:00

XS
SM
MD
LG