Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye Dibêje Hêzên Îranî ji Welêt Venakişin


Piştgirên rejîma Sûrî alayên Îranî û Rûsî bilind dikin
Piştgirên rejîma Sûrî alayên Îranî û Rûsî bilind dikin

Hikûmeta Sûrî îro Çarşemê banga Amerîka red kir ku daxwaza vekişîna hêzên Îranî û mîlîsên Hîzbullah ji Sûrîyê kiribû.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûrî Faysal Mikdad ji ajansa Sputnik ya Rûsî re got ku ew mijar ne xala gotûbêjan e, jiber ku ew karekî navxweyî ya Sûrîyê ye.

“Em piştgirîya leşkerî ya Rûsî û şêwirmendên ji Îran û Hîzbullah pir nirxdar dibînin û rê nadin kesekî ku mijara vekişîna Îranê bînin rojevê,” Miqdad got.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jimareke daxwazan ji Îranê kiribû ku kişandina hêzên xwe ji Sûrîyê jî di nav wan de bû.

XS
SM
MD
LG