Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêwendîyên Navbera Pêkhateyên Bakur û Rojhilata Sûrîyê


Rêvebirîya xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê, li ser daxwaza Meclîsa Sûrîya Demokdar(MSD) û hin serok êl û hozên herêmê, bi sedan endamên malbatên Daişê ji kampa el-Hol azad kirin û rê dan wan ku vegerin jiyana xwe ya normal.

Berpirsên rêvebirîyê dibêjin kesên ku destên wan ne bi xwîn in hatine berdan, lê tirsa ku hin rexnegir derdibirin ew e ku ev kesên azadbûyî careke din bîr û hizrên Daişê li nava civakê belav bikin.

Lo gor berpirsan, azadkirina wan dê rolekê di lihevhatina civakî de bilîze û rê li pêş jiyana li gel hev a pêkhateyên navçeyê veke.

Ev lêborîna rêvebirîyê dikare çi bandorê bide ser civakê û civaka Kurdî û tevahiya Bakur û Rojhilata Sûrîyê çawa lê temaşe dike?

Mîkanîzm û pîvanên çakirina van kesên azadkirî çi ne?

Pêwendîyên pêkhateyên Bakur û Rojhilata Sûrîyê, roja îro di çi astê de ne û çawa dikarin pêş bikevin?

Kurd û Ereb, herdu pêkhateyên sereke li navçeyê, li ser asta siyasî çiqas nêzîkî hev in?

Bernameya Hest û Helwest vê mijarê bi du mêvanan re gotûbêj dike:

Hekem Xelo, endamê Desteya Rîspîyên Bakur û Rojhilata Sûrîyê û Fewaz Mehmûd, şîrovekarê siyasî ku li Tirkîyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 20/10/2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00


XS
SM
MD
LG