Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Rêbazên Perwerdeyê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê


Zarokên Kurd li Rojava
Zarokên Kurd li Rojava

Rêbazên Perwerdeyê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê bûye mijareke nankokîyê di navbera hikûmeta Sûrîyê û Rêvebirîya Xweser de û her wiha di navbera Rêveberîyê û Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKSê de jî.

Di demekê de ku hikûmeta Dîmeşqê û her alîyekî din yên hêrêmî û navnetwî pênasînê bi sîstema perwerdeya Rêvebirîya Xweser nakin.

ENKSê dibêje pêwsîte ku ev rêbaz werin guhertin bi şêweyekî ku karibe pênasînekê herêmî û navntewî wergire.

Rêvebirîya Xweser, piştî danîna rêbazên perserdeya bi zimanê Kurdî di qonaxên seretayê û navebdî de, îsal qonaxa lîseyê jî vehewand û roja îro xwendin li herêmên Kurdî di her sê qonaxên seretayî, navendî û lîseyê de bi temamî bi zimanê Kurdî ye, ligel zimanên Erebî û Siryanî li herêmên wan pêkhateyan.

Ev rêbazên ku bi sê zimanan tên xwendin ji alîyê xelkê û alîyên siyasî ve çawa tên nirxandin û pejirandin?

Çiqas girîng e ku ji alîyê hikûmeta Sûrîyê û ji hêla herêmî û navnetewî ve pênasînek bi sîstema perwerdeya Bakur û Rojhilata Sûrîyê bibe?

Rêvebirîya Xweser jibo wergirtina pênasînê dikare çi guhertin û gavan bavêje?

Çima pênasîn bi vê sîstemê nabe û çima ew ji alîyê ENKSê ve tê rexnekirin?

Nafêi Ebdella û Rêzan Eto
Nafêi Ebdella û Rêzan Eto

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Rêzan Eto, endamên rêveberîya perwerdeya bajarê Kobanîyê û Nafêi Ebdella, mamosteyê lîsê li Qamîşlo.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 2/3/2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:54 0:00

XS
SM
MD
LG