Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Televîzyona Dewleta Sûrî: Serhildayên li Başûrê Şamê Teslîm Bûn


Wêneya arşîvê ji taxên dora Kampa Yamruk li nêzî Şamê
Wêneya arşîvê ji taxên dora Kampa Yamruk li nêzî Şamê

Medya dewleta Sûrî ragihand ku terorîstên mayîn li devera dawî ya dervaye kontrola hikûmetê mayîn li nêzî Şamê îro Înê qayil bûn ku teslîm bin.

Hêzên hikûmeta Sûrî ji şeva borî heta vê sibê ew der bombebaran kirin ku çekdaran tune bikin.

Jêderekî ku ji danûstandinan agahdar e, ji Reutersê re got ku çekdarên li dora kampa Yarmuk ya penaberan dê ji rojhilata Sûrîyê re werin veguhastin, ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) li wir hîn deveran kontrol dike.

Heman jêder dîyar kir ku hinekên çekdarên din jî ji bakurê rojavayê welêt re werin şandin.

Hêzên Serokê Sûrî Beşar Esad, piştî ku Gutaya rojhilat kontrol kir, di rojên dawî de hewlên xwe zêde kirine ku cîhên mayîn jî bixin bin kontrola xwe û desthilata Esad li dora paytaxt Şamê xurtir bike.

XS
SM
MD
LG